Çile 19, 2024 08:59 Asia/Tehran
  • Usame Hemdan: Zêdetirî 800 hezar Filistînî li Xezeyê rastî xela û birçîbûnê hatine

Yek ji rayedarên tevgera Hemasê tekez kir: Li Zîvala Xezeyê aware di rewşeke bi qeyran û karesateke giran de ne û pêwîstiyên herî sereke yên jiyanê tinene.

Usame Hemdan, yek ji rayedarên  Hamasê di konferanseke rojnamevanî de li Beyrûtê  diyar kir ku zêdetirî 60 hezar kes li Zîvala Xezeyê birîndar bûne û ji bo dermankirinê  nikarin biçin derve.Hemdan her wiha got: Zêdetirî 800 hezar kes li Xezeyê bi birçîbûn û xelayê re rû bi rû ne.Vî berpirsê pilebilind ê Hemasê got: Dijminê siyonîst zêdetir ji 2000 cinayet li zîvala Xezeyê pêk anîne û di encamna wan cinayetan de 31 hezar kes şehîd û wenda bûne.

Wî bal kişand ser vê yekê ku em dewleta Biden berpirsê cinayeta Rejîma siyonîst dizanin.

 Usame Hemdan her wiha got: Tabûrên Qesam, Tabûrên Quds û komên din ên berxwedanê tim bi hêz û qawet şer bi pêşde dibin. Wî bal kişande ser pêwîstiya xurtkirina rûbirûbûna bi siyonîstên dagirker li Rexê Rojava û ji  dezgehên ewlehiyê yên Tekîlata xwerêveber  xwest ku bila tevlî berxwedanê bibin.

Endamê payebilind ê Hemasê got: Dijminên me bi saya berxwedana  gelê Filistînê û wêrekiya berxwedana me dê neghêjin armancên xwe.

Wî got ku her operasiyonek ji bo azadkirina girtiyên Israîlî  girêdayî bi  rawestandina tam a şerê li Xezeyê ye.

 

Serepeyv