Roja 71ê ya pêla nû ya êrişên hewayî û bejayî yên li dijî zîvala Xezeyê
Li 71emîn roja êrişa artêşa siyonîst ser Xezeyê, firokeyên şer ên vê rejîmê navçeyên curbicur ji wan navçeya El-Misrî û Serhan li Xan Yûnisê bombebaran kirin.
Navend û bakurê rojavayê Xan Yûnisê jî ketin ber êrişên topxaneyên dagirkeran.Ajansa Şahabê ya Filistînê ragihand ku li bakurê Xezeyê di encama bomberdûmana malekê de 14 kes şehîd bûne û 9 kes jî birîndar bûne.
KanalaEl Cezîreyê jî derbarê kuştina Samir Ebû Deqe kameramenê vê kanalê li Xezeyêagahî daye.
Bi şehîdbûna kameramenê kanala Cezîrê hejmara şehîdên rojnamevanan li Xezeyê gihîştiye 90 kesî.
Di encama vê êrişê de nûçegihanê El Cezîreyê Wail Ebû Dehdûh jî ku malbata wî di bombebarana Rejîma Siyonîst li Xezeyê şehîd bûbûn, birîndar bû.
Nivsîgeha ragihandinê ya Filistînê jî ragihand ku hejmara şehîdên Xezeyê gihîştiye nozdeh hezar kesî.Xwefirên dagirkeran her wiha îro derdora bajarokê Ulema Şeibê li başûrê Lubnanê jî bombebaran kirin.
Hizbullaha Lubnanê derbarê êrişa ser meqera nûavabûyî ya artêşa siyonîst li bajarê Yarayê agahî da.
Di encama şer û pevçûnên vê dawiyê yên li sînorên Lubnanê, ji xeynî êrişa balafirên bê firokevan ser meqera Yarayê, berxwedanê çend baregehên din ên artêşa siyonîst ji wan Roysat el- Elem, Zubdeyn, Bereketrîşa, El-Ebad û El- Remsa li zîvala sînorî dane ber êrişan.