Riyaz Mensûr êrişa rejîma dagirker ser Xezeyê weke şerê li dijî sivîl û zarokan da zanîn
Kanûn 16, 2023 10:32 Asia/Tehran
Nûnerê Filistînê li NY êrişa rejîma dagirker ser zîvala Xezeyê, şerê dijî sivîlan, zarokan û dîrok û hebûna Filistînê bi nav kir.
Riyaz Mensûr di civîna Civata Giştî ya NY de ku bona hilkolandina alûgurên li Xezeyê hat lidarxistin, got: Êrîşker kesên sivîl, nexweşxane, xanîber, sazî, nanpêjxane, mizgevt, dêr û perestgehên dîrokî didn ber êrişan.
Nûnerê Filistînê got: Îsraîlê hin tax tam wêran kirine û hemû filistînî li Xezeyê aware kirine da ku cardinê wêne û bîranînên karesata sala 1948`an bi kuştin û koçkirina bi darê zorê ya xelkê me dubare bibin.
Riyaz Mensûr tekez kir ku cîhan daxwaza rawestandina demildest a destdirêjiyan dike , lê rejîma dagirker tim jînosaydê berdewam dike.