Kanûn 15, 2023 17:56 Asia/Tehran
  • Rayedaekî Hemasê bo Amerîkayê: Li dewsa Xezeyê, di fikra pêşeroja Îsraîlê da bin

Osame Hemdan Nûnerê Hemasê li Beyrûtê êvara Pêncşemiyê xitabî amerîkiyan got: Bi dû pêşeroja Xezeya piştî şêrr nebin; di fikra pêşeroja Îsraîlê da bin

Endamê payebilind ê Hemasê bi gotina vêya ku Tabûrên Îzeddîn Qessam pêbendî soza xwe maye û Xeze veguherandiye goristana hêzên dagirker, got: Netanyahû  û artêşa wî tiştek nemaye ku têkçûna xwe ragihînin. Wî got: Tenê piştî rawestandinaa tam a şêrr li dijî Xezeyê û pejirandina şertên Berxwedanê derbarê hêsîran em ê gotûbêj bikin. Hemdan her wiha got: Em pêşwazî li her cûre kiryarekê ji bo rawestandina şêrr û azadkirina hêsîrên xwe dikin. Rejîma dagirker û hikûmeta Biden ji ber serhişkiya xwe, berpirsê dewama tevkujî û qetî-ama xelkê Xezeyê ne.

 

Nûnerê Hemasê li Beyrûtê her wiha got: Kiryara Waşîngtonê ya boykotkirina rêberên Hemasê ji bo hevdestiya digel rejîm,a dagirker e. wî teqez kir: Helwêsta me weke hertim bifermînasnekirina rejîma dagirker di ti beûeke vî welatî da ye. Nûnerê Hemasê li Beyrûtê her wiha got: Tûnêlên Hemasê ji aliyê endazyarên bi ezmûn û pispor va hatine çêkirin û ji bo ssekinîna li hemberî her cûre xetera îhtimalî hatine amadekirin. Hemdan got: Sohbetên Biden derbarê êrîşên bêarmanc ên Îsraîlê, mukirhatina Amerîkayê derheq wê yekê ku tiştê ku Xezeyê diqewime, cinahyeta cengê ye.

Serepeyv