Kanûn 15, 2023 17:48 Asia/Tehran
  • Hemas: Ragihandina biryara Amerîêka û Inglîzê ji bo zexta ser Berxwedanê bênirx e

Endamê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) got: Ragihandina biryara Amerîka û Inglîzê ya zexta zêdetir ser Hemasê, gotineke pûç û bênirx e.

Îzet Reşeq her wiha got: Ragihandina zexta zêdetir ser Berxwedanê bi rêya pêşîgirtina li rêwîtiyê û zeftkirina mal û heyîtiyan di rastiyê da bênirx e. armanca vê kiryarê şandina peyamên rûvekî ji bo xurtkirina moral û rûhiyeya têkçûyî ya artêşa Rejîma Siyonîst û bajaroknişînên dagirker e.

 

Ev gotinên endamê Hemasê derbarê bêencambûna zextên Amerîka û Inglîzê dijî Hemasê di rewşekê da hatine hilêxistin ku hikûmeta Inglîzê di dewama hewldanên ji bo vejiyandina plana têkçûyî ya welatên rojavayî li dijî Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê û 6 kesên din ji fermandeyên payebilind ên vê saziya fermî ya leşkerî ya Îranê bi behaneya têkiliya bi Hemas û Cîhada Îslamî ya Filistînê boykot kirin.

Serepeyv