Kanûn 10, 2023 19:33 Asia/Tehran
  • Pevçûna giran navbera Berxwedan û dagirkeran li Xezeyê

Çavkaniyên filistînî qala pevçûna giran navbera têkoşerên berxwedana Filistînê û leşkerên Rejîma Siyonîst li Cebalyayê kirin û ragihandin ku banga Ellahu ekber ji bo piştevaniya ji têkoşeran li seranserî Xezeyê tê bihîstin.

Hevdem Ajansa filistînî ya Şehabê wêneyên kampa Cebalyayê weşandin ku tê da dengê Tekbîrê ji bo piştevaniya ji têkoşerên berxwedêr di sekinîna li hemberî çekên dijminê siyonîst bilind bûye.

Ev di halekî da ye ku di saetên raborî da Tabûrên Qessam baskê leşkreî yê Hemasê piştî şopandina navendên leşkerên siyonîst dibistanek li rojhilatê navbçeya Zeytûnê li bajarê Xezeyê ku leşkerên siyonêîst tê da bi cih bûbûn, bi bombeyê teqandin û di encamê da bi dehan siyonîst kuştin û hinek jî birîndar kirin.

Her wiha têkoşerên Qessam avahiyek li rojhiolatê navçeya Zeytûnê ya bajarê Xezeyê ku leşkerên siyonîst tê da hebûn bi 4 bombeyan teqandin û hejamreke leşkerên siyonsît kuştin û hinekên din birîndar kirn. Hevdem digel pevçûna giran navbera têkoşerên berxwedêrû  leşkerên dagirker li navçeyên cûrbicûr ên Xezeyê, Rejîma Siyonîst roja biohorî mukir hat ku 5 leşkerên wê hatine kuştin.

Serepeyv