Rewayeta Ebû Ubeyde ji derbên giran ên Qesam li Rejîma Siyonîst, îmhakirina 21 tank û alavên leşkerî di 24 saetan de
Kanûn 09, 2023 09:48 Asia/Tehran
Berdevkê tabûrên Qesam Ebû Ubeyde şeva borî ragihand: Di 24 sietên derbasbûyî de me 21 otombîlên leşkerî yên artêşa dagîrker li bereyên şer li zîvala Xezeyê jinav birin.
Ebû Ubeyde, berdevkê tabûrên Qesam baskê leşkerî yê tevgera Hemasê got: Têkoşeên me di dema ku leşkerên siyonîst li wir bûn çend tûnêl û hin mal teqandin
Wî got: Têkoşerên Qesam kombûnên leşkerî yên artêşa dagîrker bi topên hawanê û rokêtên dûravêj dan ber êrişan û Telavîv û cihên din ên di nav deverên dagîrkirî de bombebaran kirin.
Li gor gotina Qessam: Têkoşerên me leşkerên siyonîst û kelûpelên wan ên leşkerî kirin hedef û ji nêz ve bi wan re ketin pevçûnê û hejmarek ji wan kuştin.