Rayedarê Hamasê: Gelê Filistînî tu carî teslîmî pîlanên dijminê nabe
Usame Hemdan yek ji rêberên tevgera Hemasê got: Berxwedan ji bo rawestana li himber dagirkeran amade ye û gelê Filistînê tu carî teslîmî pîlanên dijmin nabe.
Usame Hemdan bal kişand ser vê yekê ku Binyamîn Netanyahu û kabîneya wî ya cinayetkar dê nikaribin li Xezeyê bigihîjin hedefên xwe yên leşkerî û got: Berxwedan di rewşa tenduristiyê ya tam de ye û bi hêz û desthilatdarî rêveberiya şerê bahoza Eqsayê dike.Vî endamê Hemasê bal kişande ser vê yekê ku armanca sereke ya vî şerî jinavbirin û jînosayda gelê Filistînê ye û got: Dijminê siyonîst li navendên bicihkirina awareyan kesên sivîl şikence kirine.Vî endamê pilebilind ê Hemasê got: Xebata 55 nexweşxaneyan li zîvala Xezeyê rawestaye û tenê 4 nexweşxane xebata xwe berdewam dikin û di encama şerê li Xezeyê de zêdetirî 60 hezar kes şehîd an birîndar bûne.