Kanûn 02, 2023 09:56 Asia/Tehran
  • Heyva Sor a Filistînê: Îsraîl nahêle ku alîkarî derbasî Xezeyê bibin

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku Rejîma Siyonîst rê li ber derbasbûna alîkariyên mirovî bo Xezeyê girtiye.

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku Rejîma Siyonîst rê li derbasbûna karwanên alîkariyên mirovî ji derbasgeha Refehê digire.Li gorî rapora medyayên Filistînî, derbasgeha Refehê bi tam hat girtin û ji herdu aliyan ve hat valakirin û kamyonên ku li aliyê Misrê bûn, paşde vegeriyan.

Leşkerên Rejîam Siyonîst roja Înê, di yekem roja piştî bidawîhatina agirbesa Xezeyê, êrişên xwe yên giştalî li dijî welatiyên vê zîvalê destpê kirin û zêdetir ji 178 filistînî şehîd kirin. Hêzên berxwedana Filistîn û Lubnanê li hember van cinayetan,  kombûnên eskerên siyonîst kirin hedef.Tabûrên Qessam  derbarê êrişên mûşekî ser Telavîvê û bajarokên syonîstnişîn ên nêzî Xezeyê agahî dan.

Piştî êrişa mûşekî ya Qesamê ser Telavîvê, zengila xeterê li beşên berfireh ên navçên dagirbûyî  li derdora Xezeye û Holonê li navenda Filistînê dagirbûyî hat lêdanê. 

 

Serepeyv