Mijdar 28, 2023 09:36 Asia/Tehran
  • Cîhada Îslamî: Em amade ne ku êrişên dijmin bê encam bikin

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê wek berteka li hember dirêjkirina agirbesa li Xezeyê ragihand ku ew amadeyî bêencamkirina êrişên dijmin ser xelkê Xezeyê ne.

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di daxuyaniyekê de teqez kir ku piştî  hewldanên navbeynkaran,me lo hev kir ku agirbesa li Zîvala Xezeyê heta du rojên din berdewam bike bi heman şert û mercên ku di rêketina veguhertina  zindaniyên filistînî û grtiyên siyonîst hatine diyarkirin.

Di daxuyaniya Cîhada Îslamî de hatiye ku bi dirêjkirina agirbesê, me dixwest ku berjewendiyên gelê xwe berçav bigirin û  alîkariyên mirovî ên zêdetir werbigirin.

Cîhada Îslamî destnîşan kir ku em di tevgera Cîhada Îslamî de tevhêzên berxwedanê reftarên dijminan ji nêz ve dişopînin û  em amadeyî parastina berjewendiyên gel  bi her awayekî ne. 

Pêştirtevgera Hemasê jî ragihandibû, ku di çarçoveya pêkanîna qonaxa çarem a pevguhertina dîlên filistînî bi girtiyên Rejîma Siyonîstî, 3 girtiyên jin ên filistînî û 30 girtiyên zarok ên filistînî dê ji girtîgehên Rejîma Siyonîst bên berdan. 

 

Serepeyv