Berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê
Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmeta Xezzeyê roja yekşemiyê ragihand ku ji destpêka destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê heta niha zêdetirî 13 hezar kes li Xezeyê şehîd bûne ku 5500 kes ji wan zarok û 3500 jin bûne.
Navenda Ragihandinê ya Hikûmeta xezeyê jî ragihand ku zêde ji 6 hezar kes di encama bombebarana Rejîma Siyonîst de winda bûne ku 4 hezar kes ji wan jin û zarok pêk tînin.
Her wiha die ncama êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê 30 hezar kes birîndar bûne ku zêde ji %75 ji wan jin û zarok pêk tînin.
Li gorî ragihandina vê nivîsgehê, di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê de 201 bizîşk û 22 polîs şehîd bûne.
Di van bombebaranan de 97 navendên hikûmetê û 83 mizgevt tam wêran bûne û 166 mizgevt jî hin beşên wan wêran bûne.
Komên berxwedana Filistînê wek berteka li hember çend dehekan cinayetên Rêjîma Siyonîst li dijî filistîniyan, 7ê Cotmeha sala 2023`an operasyoneke nişkêveyî ser navê Bahoza El-Eqsayê ji Zîvala Xezeyê li dijî meqerên Rejîma dagirkerê Qudsê dest pê kirin.