Êrîşên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzeyê didomin
Di roja 41ê ya êrîşên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzeyê da cinayetên vê rejîmê berdewam in.
Rejîma Siyonîst a dagirker hema wisa bombebarana wêranker ser Zîvala Xezzeyê û armancgirtina jin, zarok, ciwan û extiyaran, her wiha êrîşên sernexwşxane, mizgeft, kilîse û dibstanan didomîne.Bombebarana berdewam a Nexweşxaneya Şîfayê ya Xezzeyê, rêgirtin li gihîştina ardûyê û derxistina meytên şehîdan ji wir tenê pişkeke ji jenosayd û binpêkirina mafên mirovan di bêdengiya dawakerên wê da ye; trajediya ku pêştir li nexweşxaneyên din weke El-Me'medaniyê jî pêk hat.
Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya Xezzeyê ragihandiye ku artêşa Rejîma Siyonîst hejmareke karmendên Nexweşxaneya Şîfayê desteser kirine; Îsmaîl El-Sewabite got: Hêzên artêşa dagirker bi têketina nav beşên vê nexweşxaneyê nexweş azirandine. Çavdêriya MafênMirovan wek berteka li hemberî vê cinayrtê, daxwaza lêkolîna derbarê êrîşên Îsraîlê ser nexweşxaneyên Xezzeyê wek cinayeta cengê kiriye. Vê saziyê ragihandiye ku Îsraîlê heta niha ti hegereke ciddî derbarê vêya ku nexweşxane li Xezzeyê ji bo armancên leşkerî tên bikaranîn, raber nekiriye; Çavdêriya Mafên Mirovan teqez kiriye ku kabîneya Rejîma Îsraîlê divê êrîşa ser nbexweşxaneyan rawestîne.
Kanala CNN'ê jî wek berteka li hemberî îdiayên Rejîma Siyonîst ragihandiye ku ti belge û şehediyek derbarê hebûna şebekeya tûnelî ya Hemasê li bin Nexweşxaneya Şîfayê tineye; bi bawera karzanan ev nîşana şikesta stratejîk a Rejîma Siyonîst di cenga Xezzeyê da ye.
Pêştir Basim Neîm endamê payebilind ê Hemasê jî derbarê îdiayên Rejîma Siyonîst ên keşfkirina çend çekan li Nexweşxaneya Şîfayê, gotibû ku em çaverêya belgeçêkirina rejîma dagirkera Qudsê li vê nexweşxaneyê bûn.
D vî halî da êrîşên artêşa rejîma Îsraîlê li navçeyên din ên Xezzeyê jî didomin û sê filistînî ji ber gullereşandinê li başûrê Beytulmuqedesa dagirbûyî şehîd bûn.
Di êrîşeke din a vê rejîmê ser navçeya Sebreyê li navenda Xezzeyê jî 50 kes şehîd û bi dehan kes birîndar bûn; rojavayê Xan Yûnisê jî kete ber bombebarana giran a Rejîma Siyonîst.
Hejmara şehîdên filistînî di êrîşên nijadperestane yên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê gihîştiye nêzikî 12 hezar kesî û 29 hezar kes jî birîndar bûne.