Lapîd: Netanyahû divê were wêdabirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i344793-lapîd_netanyahû_divê_were_wêdabirin
Yaîr Lapîd Serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst û Serokê Bereya Opozîsyona vê rejîmê daxwaza wêdabirina Benyamîn Netanyahûkir.
(last modified 2023-11-16T04:40:51+00:00 )
Tesrîn 16, 2023 08:09 Asia/Tehran
  • Lapîd: Netanyahû divê were wêdabirin

Yaîr Lapîd Serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst û Serokê Bereya Opozîsyona vê rejîmê daxwaza wêdabirina Benyamîn Netanyahûkir.

Wî gotiye, tevî pevçûnên niha li Xezeyê Netanyahû divê were wêdabirin. Gel êdî bawerî bi wî nayîne û wî şiyana rêvebirina vî şerî tuneye.

Lapîd tekez kiriye ku hewcetî bi hilbijartina dubare nîne û me hewcetî bi kabîneyeke ciyawaz û serokwezîrekî din ji Partiya Lîkûdê heye.

Pêştir jî medyayên siyonîstî qala zêdebûna nakokiyan navbera kesayetiyên siyasî û leşkerî yên Rejîma Siyonîst derbarê destdirêjiya ser Xezeyê û şêwaza pêkanîna wê kiribûn.