Mijdar 03, 2023 08:05 Asia/Tehran
  • Êrişa hêzên berxwedanê bi roketan ser erdên dagirkirî

Bajarê dagirkirî yê Esdodê pêncşemê şevê ket ber êrişa bi roketan a hêzên Qudsê.

Vê komê ragihand ku ev kiryara li dû cinayeta Rejîma Siyonîst derheq êrişa ser navçên xelknişîn tenduristî û perwerdehiyê yên Xezzeyê cih hat.

Di encama cinayeta herî dawî ya siyonîstan li  bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê, êvara pêncşemiyê 11 filistînî  ji van nûçegîhanê şebekeya Filistîê şehîd bûn.

Di hemen demê de, Ebû Ubeyde, Berdevkê Tabûrên El-Qessam, baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) şeva pênşemê ragihand.

Hêzên berxwedanê di  48 sietên derbasbûyî de tabûrek tankên Îsraîlê tam îmha kirin.

Ebû Ubeyde diyar kir: Me karî derbasî bereyên li pişt dijmin bibin û ji nizîk va hêzên wan bikin armanc.

Ebû Ubeyde teqez kir: Hejmara kuştiyên Rejîma Siyonîst ji ya ku dijmin ragihandiye pir zêdetir e.

Berdevkê Qessam gef li siyonîstan xwar ûgot: Em ê wek berê Xezzeyê ji we re bikin cehnem, çawa ku berê jî wisa bûye.

Ebû Ubeyde her wiha got: Şehîdbûna bi hezaran kesan li Xezzeyê viyana me ji bo derbeyên giran li dijmin hîna xurtir kir.

 

Serepeyv