Êrişên Rejîma Siyonîst ser başûrê Lubnan û Sûriyê
Çavkaniyên nûçeyanvê sibê derbarê êrişên Rejîma Siyonîst ser başûrê Lubnan û Sûriyê agahî dan.
Xwefirên Rejîma Siyonîst derdora bajarokên Qozeh û Beyt Lîfê li başûrê Lubnanê dan ber êrişan.
Ji aliyê din ve berdevkê Rejîma Siyonîst îdia kir ku artêşa vê rejîmê başûrê Sûriyê dane ber êrişan.
Êrişên Rejîma Siyonîst ser başûrê Lubnan û Sûriyê di demekê de ye ku Îshaq Hertzog Serokê vê Rejîmê êvara roja çarşemiyê ragihand, hêzên artêşa vê rejîmê li şerê Xezzeyê gelek ziyan dîtine.
li Ji aliyê din ve Tamîr Eydan, serokê konseya Kibutsê ya Sedûtê a li rojavaya Filistîna dagirbûyî, bi nîşana nerazîbûna li hember serokatiya Binyamin Netanyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîst, ji partiya Likud îstifa kir.
Wî Netanyahu û kabîneya wî bi wê yekê tawanbar kir ku nikarin şer birêve bibin û çareseriyek ji bo pirsgirêkên xelkê bajarokan peyda nekirin. Eydan her wiha kabîneya Rejîam Siyonîst berpirsê bûyerên 7ê cotmehê daye zanîn û Wî ji endamên partiya xwe xwest ku bila ew jî îstifa bikin.