Xwepêşandana siyonîstan li ber mala Benyamin Netanyahu
Komek ji siyonîstên bajaroknişîn li ber mala serokwezîrê Reîma dagirker li Qudsa dagirbûyî kom bûn û xwenîşandan kirin.
Xwenîşanderên siyonîst li dijî Binyamîn Netanyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîst û kiryarên i hellahella ên kabîneya wî ya tundrew slogan avêtin.
Xwepêşanderan her wiha li dijî pêşnumaya bi hellahella ya guhertinên dadwerîyê slogan avêtin û daxwaza rawestandina proseya pesendkirina wê li parleman Rejîma Siyonîst kirin.
Xwepêşander dibêjin ku Pêşnumayaguhertinên dadwerî dê derbeyeke giran li qaşo demokrasiya di Rejîma Siyonîst de bide.Hevgav li gor nûçeyeke din, siyonîstên bajaroknişînên ser bi hêzên dagîrkerê Qudsê , bi awayekî neqanûnî derbasî Mizgevta Eqsayê bûn û bêrêzî li qîbla yekem a misilmanan kirin.
Bi dehan siyonîstên bajaroknişîn di bin tedbîrên giran ên ewlehiyê yên leşkerên dagirker de ji rexê Bab El-Mexrabeyê bi awayekî neqanûnî derbasî Mizgevta Eqsayê bûn.
Dayireya Ewqafa Îslamî li Qudsa dagirbûyî jî di daxuyaniyekê de ragihand:
Bajaroknişîn derbasî Mizgefta Eqsayê bûn û ji bilî kiryarên tehrîkker li hewşên wê, merasîmeke Telmudî li dar xistin.
Di daxuyaniya Dayireya Ewqafa Îslamî ya Qudsa dagirbûyî de hatiye ku polîsên Rejîma dagirker a Siyonîst her wiha rê li ber çûyîna nimêjkeran ji Qudsê û erdên dagirbûyî bo El-Eqsayê girtine û li ser nasnameya wan lêkolînan dikin.
Ji aliyê din ve Serokwezîrê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê destnîşan kir ku Înîsiyatîfa Aştiyêa Erebî derbarê meseleya Filistînê bingeheke qebûlkirî ye bo hemî aliyan û bal kişand ser vê yekê ku gelê Filistînê ji çar bereyan ve li dijî Rejîma Siyonîstî şer dike.
Mihemed Eştiye serokwezîrê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê li hevdîtina bi Nayif Bin Bandar El-Sudairî balyozê nû yê Erebistana Siûdî li Filistînê got:
Rejîma Siyonîst 4 şer li dijî filistîniyan dest pê kiriye: Şerê di nava axê bi dagîrkirina wê, şerek li himberî gel bi kuştin û koçberkirina wan li Beytulmuqedesê, şerekî aborî û di dawîyê de jî şerek ku di çarçoveya Cihûkirina Beytulmuqedesê ye
Tevgera Hamasê bi boneya 23`emîn salvegera Întîfaza El-Eqsayê teqez kir ku ,berxwedan rêya stratejîk a gelê Filistînê ji bo bidestxistina mafên xwe û azadkirina axa wan e .
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) bi daxûyaniyekê ragihand ku sedemên întîfaza Eqsayê di encama destdirêjî ûcinayetên Rejîma Siyonîst û hewlên wê bo êrîş û bêrêziya ser mizgevta Eqsayê ye ku îro jî li ser berdewam e û gelê me ji bo Qibla yekem a misilmanan weke mertalê parastinê ne.