Netanyahu fermana derxistina sîyonîstên erîtreyî da
Piştî xwenîşandana siyonîstên erîtreyî li Telavîvê û weşandina nûçeya hilkolandina îmkana derxistina wan ji erdên dagirbûyî ji aliyê kabîneyê va, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst bi fermî fermana derxistina wan da.
Xwenîşandanên siyonîstên erîtreyî û sûdanî li Telavîvê roja şemiyê rastî şîdetê hat. Hejmara birîndarên pevçûna navbera siyonîstên bi eslê xwe afrîqayî û leşkerên Rejîma Siyonîst li Telavîvê gihîşt 170 kesî ku rewşa 20 ji wan xirab e.
Binyamîn Nêtanyahû bi lidarxistina civînekê derbarê siyonîstên bi eslê xwe erîtreyî û bi amadebûna wezîrên kabîneyê biryarek da.
Nêtanyahu di vê civînê de ragihand ku dê ew hemû ji navçeyên dagîrkirî bên derxistin.
Nêtanyahu teqez kir, bûyerên duh hêlên sor derbas kirin û ev alozî û rijandina xwînê meseleyek e ku nayê qebûlkirin û em daxwaza tivdîrên tund dijî xwenîşanderan û derxistina demlidest a wan dikin.