Heniye: Kuştinên li Erdên Dagirûyî komployên dagirkeran e
Serokê Nivsîgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMASê) got: Kuştinên li nav erdên dagîrbûyî komploya dagîrkeran e bona ku filistîniyan mijûl bikin.
Şêx Samî Ebdulletîf pêşnimêjê Mizgevta Qubayê li gundê Kefer Qerayê li Erdên Dagirbûyî di sala 1948an de ket ber gulleyan û hat kuştin.
Roja îniyê jî ciwanek li herêma El-Hewareyê bi guleyan hat kuştin.Serokê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê got ku cinayetên di nav erdên dagirkirî komploya dagirkeran bo hindê ne ku filistîniyan mijûl bikin.Şêx Samî Ebdulletîf pêşnimêjê Mizgevta Qubaya gundê Kafr Qera bi derba gulleyan hat kuştin.
Roja Înê jî ciwanek li herêma El-Hewareyê bi guleyan hat kuştin. Îsmaîl Heniye roja yekşemê bal kişande ser vê yekê ku emê sûça dagirkrên Siyonîstî tebrie nekin ji ber ku saziyên ewlehiyê yên vê rejîmê hewil didin peywendiya gelê Filistînê ji riya olî, dîrokî û erdnîgarî bi Gazyê û filistîniyên li derveyî welat dûr bixin.
Heniye teqez kir ku ev rêze cinayet gihîştine kesayetên mezin yên weke pêşnimêj, alim û hemûç în û qatên gel û dagirker berpirsê van cînayetan in, lê ev yek nabe sedem em ji encamên van cinayetan û bandora wan li ser bajar û bajarokên Filistînê xafil bimînin.
Mihemed Hemade, Berdevkê HAMASê li bajarê Qudsê jî got ku dewama van cinayetan bi taybet kuştina Şêx Ebdulletîf ku jiyana xwe ji bo parastina Mizgevta Eqsayê terxan kir, zengila xeterê bo hemî xelkê Erdên dagirbûyî ye.
wî her wiha got ku ev cinayet ji aliyê komên cinayekar a ŞABAKê ve hatiye organîzekirin bonaku civaka filistîniyan lawaz bikin û aloziyan çêbikin.
Hejmara rêze cinayetên li erdên dagirbûyî ji destpêka îsal ve giheştiye 158 kesan û 9 ji van kuştiyan jin in û ev reqem par 109 kes û pêrar jî 111 kes bûye.