Tebax 28, 2023 16:49 Asia/Tehran
  • Êrîşa xwefirên Rejîma Siyonîst ser firokxaneya Helebê

Xwefirên Rejîma Siyonîst Firokexaneya navdewletî ya Helebê li Sûriyê dan ber êrişan.

Li gor rapora SANA Newsê, çavkaniyeke leşkerî ragihand ku êrîşa xwefirên Rejîma Siyonîst vê sibê  li gor  dema herêmê ji aliyê  deryaya  Medîteranê li  rojavayê Laziqiyê û firokexaneya navdewletî ya Helebê ve cih hat û di encama vê êrişa esmanî de, ziyanên madî çêbûn û banda rûniştina balefran ziyan dît. 

Hevgav ajansa nûçeyan a Sputnikê ji zarê berpirsekî leşkerî ve ragihand ku berevaniya esmanî ya Sûriyê piraniya mûşekên ku hatine avêtin xistin xwarê û ev êriş tenê ziyanên madî hebûne  û  tu ziyan negihiştiye tu kesî.

Wezareta Rê û Veguhastinê ya Sûriyê jî bi daxûyaniyekê ragihand ku firokeyên  çûn û hatinê ku biryar bû li firokexaneya Helebê  rûnên erdê, ji ber êrişa Rejîma Siyonîst derbasî firokexaneyên Şamê û Laziqiyê bûn.

Rejîma Siyonîst di mehên derbasbûyî de bi caran firokexaneyên Sûriyê dane ber êrişan.

 

Serepeyv