Hamas: Gelê Filistînî dê tu carî teslîm nebe
Alîkarê Serokê Nivîsgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMASê) bal kişand ser vê yekê ku em bawer in ku encama têkoşîna dijî dijminê siyonîst, serketin e û got: Gelê Filistînê dê tu carî teslîm nabe.
Salih El-Arûrî pêncşemê şevê di hevpeyvînekê de ligel Radyoya El-Eqsayê got : Dagirker dixwazin netewe, dîrok û nirxên me yên pîroz ji nav bibin û dîrok û neteweyeke sexte daynin cihê wê , lê divê bizanin ku dê dagirker ji vê axê bên derxistin û ne gelê Filistînê.
El-Arûrî got: Berxwedan ji roja dagirkirina Filistînê ve dest pê kiriye û berdewam e.
Wî got: Em neteweyek yekgirtî ne û em her tim jibo şer û têkoşana bo bidestxistina mafên xwe û berevaniya ji nirxên xwe yên pîroz amade ne.
Al-Arûrî her wiha got: Îro em li himber dagirkerî û çêkirina bajarokan radiwestin û her roja ku em bo vê xebat û têkoşanê bimînin dereniyê, di pêşerojê de divê em di rewşên dijwartir de şer û xebatê bikin.