Desteserkirina zêdetirî 25 filistîniyan li rexê rojavaya çemê Urdinê
Medyayên filistînî derbrê êrişa hêzên siyonîst ser navçeyên curbicur ên rexê rojavaya çemê Urdinê û desteserkirina 28 filistîniyan agahî dan
Rejîma Siyonîst roja Pêncşemiyê êrişî navçeyên curbicur ên rexê rojavaya çemê Urdinê kir û 28 filistînî li kempên Eqebe Cebr, Nablus, Tulkerm û El-Fewar girtin.
Hêzên dagirker ên Rejîma Siyonîst her wiha Ekreme El-Xemaş ciwanê filistînî piştî dorpêçkirina mala wî li Nablusê desteser kirin.
Tabûrên Quds – Lîwaya Cenînê bi daxuyaniyekê ragihand ku têkoşerên vê tabûrê vê sibê êrîşî ser bajarê Qabatiyê kirin û trimbêlên dagikerên siyonîst dan ber gulleyan.
Li gor nûçeyeke din ji Filistînê, vê sibê bajaroknişînên siyonîst bi piştgirtiya artêşa rejîma siyonîst êrişî hewşên Mizgevta Eqsayê kirin.
Şeva derbasbûyî jî eskerên siyonîst yek ji zêrevanên Mizgevta Eqsayê bi navê Ebd El -Rehman El-Seo, li nêzîkî Bab Ul-Meclîsê desteser kirin.
Artêşa Siyonîst di 3 rojên derbasbûyî de zêde ji 100 filistînî destser kirine.