Cîhada Îslamî: Berxwedana Filistînê, yê her tim li dû istandina heyfa xwîna şehîdan be
Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di daxûyaniyekê de teqez kir: Cinayetên Rejîma Siyonîst, gelê Filistînê ji dewama riya xwe venagerîne û berxwedan yê her tim li dû istandina heyfa xwîna şehîdan be.
Eskerên Siyonîst vê sibê ji çend mêhweran ve êrişî ser bajarê Nablosê kirin ku di encamê de pevçûneke giran li kampa Esker-ê û taxa El-Mesakîn El-Şebiyê qewimî û Salih Muhemed Cebre, ciwanê 22 salî yê filistînî şehîd bû û kesekî din jî birîndar bû.
Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di daxûyaniyekê de, bi boneya şahadeta Salih Muhemed Cebrê, sersaxî da û teqez kir, cinayetên siyonîstan yê gelê Filistînê ji dewama riya xwe ku têkel xwîna şehîdan bûye, venagerîne û Berxwedana Filistînê heta gihêştina bo azadiyê, yê wek mertala bergiriyê bimîne û li dû istandina heyfa xwîna şehîdan be.
Eskerên Rejîma Siyonîst her roj bi mheneyên curbicur, bi êrişa ser xelkê mezlûm ê Filistînê, wan şehîd, birîndar an desteser dikin.
Hevgav gurdanên Qudsê çiqa eskerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ji hêzên berxwedanê yên hazir li odeya operasyona hevpar a berxwedanê ku di operasyona tolhildana hêsîran dijî Rejîma Siyonîst de, hevkarî kirin, sipasî kir.
Ebû-Hemze, Berdevkê Eskerî yê Gurdanên Qudsê îro di peyameke wêneyî de, destnîşan kir: Hêzên Berxwedanê, pêşiya rûbirûbûna me bi Rejîam Siyonîst re girtin û gişt bi erkên xwe rabûn.
Ebû-Hemze her wiha got: 5 rojên derbasbûyî, Berxwedanê, agirê mûşekên xwe ser siyonîstan de barand.
Nêtanyahû dixwest ji xwîna şehîdên me, ji xwe re tabloya serketinê çêbike lê bersiva berxwedanê li himber ev xeyala pûç, bombebarana Erdên Dagirbûyî bû.
Encamên rapirsiyên ku kanala 12 -an a Televîzyona Rejîma Siyonîst cih aniye nîşan dide operasyoan eskerî ya vê dawiyê dijî Gazayê, tu guhertinek li qaweta bergîriyê ya vê ejîmê pêk neaniye û sîstemên berevaniya mûşekî, tenê kariye ku hinek ji van mûşekên berxwedana Filistînê kontrol bike.