Şevên Wehşetê li Yafayê; Netanyahû û Pompeo hema wisa tên şopandin
Lidarxerên Komcivîna “Yekem Civîna Ewlehiyê ya Tîkvah-Îsraîl” bi şandina wêneyekê ji xişteya mijaran, navên axêveran û demajoya bernameyên vê komcivîna nihênî, hûrgiliyên nûtir ji wê dan ber destê Fars News’ê,
Fars News’ê hûrgilîne nûtir ji komcivîna nihênî ya Civata Hertogê ya bi navê “Yekem Civîna Ewlehiyê ya Tîkvah-Îsraîl” bi dest xistin.
Li gorî vê xişteyê, axêverê taybet ê rêûrisma destpêkirina vê komcivînê Netanyahû bû. Wî di vê civînê da ku bi beşdariya “Emî’ad Kohen” Rêveberê Raser-Ortodoks ê Binyata Tîkvahê û sekreterê vê civînê, her wiha “Ratim Sela” û “Walter Russell Mead” hat lidarxistin da, derbarê rêkarên veguherîna rejîma demkî ya siyonîst bo rêbereka navçeyî û şêwazên têkoşîna li hemberî pirsgirêkên li pêşberî Amerîka û Rejîma Siyonîst di warê navneteweyî da axivî.
Beşa diduyan a vê komcivîna nihênî dê îro anku Çarşemî were lidarxistin û “Pompeo” dê di beşa pêncan da ku bi mêvanîya navrojê bi dawî dibe, dê biaxive.
Pompeo îşev bi Netanyahû ra jî dicive. Hûrgiliyên vê hevdîtinê û cih û saeta lidarxistina wê jî li dem Fars News’ê hene.