Adar 14, 2023 17:41 Asia/Tehran
  • Hêsîrê filistînî yê herî kal nasyar bi ‘Şêx ul-Usera’yê Filistînê hat azadkirin

Hêsîrê filistînî yê herî kal nasyar bi ‘Şêx ul-Usera’yê Filistînê di 83 saliyê da hat azadkirin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Wefayê ya Filistînê, “Fuad El-Şobekî” hêsîrê filistînî yê herî kal nasyar bi ‘Şêx ul-Usera’yê Filistînê ku hevdeh salan li zîndanên Rejîma Siyonîst maye, roja Duşemiyê di temenê 83 saliyê da hat azadkirin.

Di vê raporê da hatiye, Hêzên Rejîma Siyonîst “El-Şobekî” li rawestgeha lêgerînê ya “Terqûmîya”yê azad kirin û bi pêşwaziya bicoş ji aliyê gel va vegeriya bajarê xwe, Ramullahê.

Fuad El-Şobekî ji endamên Tevgera Fethê ya Filistînê ye û artêşa Rejîma Siyonîst 3ê Çileya 2002an di operasyoneke leşkerî ya bi navê “Keştîya Nûh” da, ew tawanbarî qaçaxkirina çekan bo filistîniyan kir.

Leşkerên Rejîma Siyonîst di wê tarîxê da dest danîn ser keştiyeke bi navê “Karin-A” li Deryaya Sor û îdia kirin ku vê keştiyê alavên leşkerî ji bo filistîniyan dibiriye.

 

 

Serepeyv