Dewama jînosayda gelê Xezzeyê ji aliyê Siyonîstan ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i359390-dewama_jînosayda_gelê_xezzeyê_ji_aliyê_siyonîstan_ve
Wezareta Tendrsutiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê got: Di 24 sietên borî de zêdetirî 20 filistînî li vê zîvalê şehîd bûne.
(last modified 2026-08-05T13:51:37+00:00 )
Tebax 05, 2026 17:10 Asia/Tehran
  • Dewama jînosayda gelê Xezzeyê ji aliyê Siyonîstan ve

Wezareta Tendrsutiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê got: Di 24 sietên borî de zêdetirî 20 filistînî li vê zîvalê şehîd bûne.

Monîr Borş, Rêveberê Giştî yê Wezareta Tendrsutiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê bal kişand ser vê yekê ku hîna jî hejmarek zêde ji şehîdan di bin kaviliyan de ne û got ku operasyona rakirina kaviliyan li Xezzeyê berdewam dike û hîn jî  îmkana veşartina zêdetirî 9 hezar şehîdî li Xezzeyê pêk nehatiye. Munîr Borş got: Rejîma dagirker kuştina gelê Filistînê tenê li ser kaxezê rawestandiye û  tevkujiya mirovan didomîne. Wî bal kişand ser vê yekê ku di 24 sietên borî de zêdetirî 20 kes li Xezzeyê şehîd bûne û got: Dijminê dagirker heta me ji lidarxistina oxirkirin û veşartina bi rûmet a şehîdan jî mehrûm kiriye û piraniya şehîdan jin, zarok û sivîl in.

Di demekê de ku binpêkirinên agirbesê li Xezeyê hîn jî berdewam dikin, Xazî Hemed, endamekî polîtboroya Hemasê got ku rejîma Siyonîst naxwaze peymana agirbesê cih were belku dixwaze ku şerê li dijî Xezzeyê berdewam bike. Vî rayedarê Hemasê gotiye ku di qonaxa din a peymana agirbesê de pirsgirêka herî mezin  ew e ku çawa rejîma Siyonîst neçar bikin ku peymana agirbesê cih bîne.