Gurrbûna nakokiya di navbera Lola û Trump
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i359398-gurrbûna_nakokiya_di_navbera_lola_û_trump
Amerîkayê di dewama nakokiyên dîplomatîk digel Birazîlê, vîzeya balyozê vî welatî li Waşîngtonê betal kir.
(last modified 2026-08-05T14:16:46+00:00 )
Tebax 05, 2026 17:45 Asia/Tehran
  • Gurrbûna nakokiya di navbera Lola û Trump

Amerîkayê di dewama nakokiyên dîplomatîk digel Birazîlê, vîzeya balyozê vî welatî li Waşîngtonê betal kir.

Associated Press`ê ragihand ku ev kiryara hikûmeta Trump li berteka   nedayîna vîzeyan ji du dîplomatên Amerîkî re û paşdeketina pejirandina balyozê pêşniyarkirî yê Amerîkayê li Brazîlê cih hatiye. Wezareta Derve ya Amerîkayê ev biryar wekî tolhildan bi nav kiriye û ragihandiye ku heke Brazîlya balyozê pêşniyarkirî yê Waşingtonê qebûl bike, ew dikare zû were betalkirin. Ev nakokî di halekî de gurr bûne ku Brazîlya ber bi hilbijartinên serokkomartiyê ve diçe. Nakokiyên siyasî  û aborî yên her du welatan  jî di du heftiyên baorî de bi sepandina bacên nû yên Amerîkayê li ser kelûpelên Brazîlê  zêde bûne.