Rêjeya mirinên ji ber germayê li Ewropayê zêde bû
Tîrmeh 12, 2026 17:36 Asia/Tehran
Li gorî yekemîn amara ku hikûmeta Fransayê weşandiye, di heyama hefteyekê da, yanî ji 22 heta 30ê Hezîranê, 2025 kesan li Fransayê ji ber germaya zêde canê xwe ji dest dane.
Zêdebûna berbiçav a rêjeya mirinên ji ber germayê, navendên definkirinê li vî welatî rastî pirsgirêkên duqatî kirine. Li Almanyayê rewş bi awayekî pir xerabtir hatiye ragihandin. Li gorî amarên herî nû yên Rêxistina Tenduristîya Giştî ya Almanyayê, zêdetirî 5000 kesan li vî welatî ji ber germayê canê xwe ji dest dane ku 4310 kesan ji wan, di heyama yek hefteya ji 22 heta 28ê Hezîranê da canê xwe ji dest dane.
Serepeyv