Ewropa rekorda qurbaniyên germayê tomar kir
Germaya hewayê li parzemîna Ewropayê zêde bûye û bi dû wê mirina ji ber germayê li parzemîna Kesk jî zêde bûye.
Rêxistina Cîhanî ya Tendrsutiyê ragihand ku parzemîna Ewropayê pêla germaya herî giran û herî berfireh li vê parzemînê derbas dike û germayê di yek heftiya borî jiyana hezar û 300 kesî li Ewropayê istandiye û tevî hişyariyên bi dû hev rayedarên vî welatî matmayî kirin.
Xaça sor a Ewopayê di hişyariyekê de germa wekî kujerê bêdeng û hokara herî pîs û bi lez a gefa li dijî tendrsutiya kesan li parzemîna Ewropayê ragihand, Di halekî de ku têna hewayê li Yewnanistan, Qibris, Malt, Porteqal û Îspanyayê pir zêde bûye. Li Fransa, Almanya û Inglîzê, Polonya û Çêkê jî di çend rojên borî de rekordên nû yên têna hewayê hatine tomarkirin.