Tekeziya Lavrov ser rawestana Rûsiyayê li himberî Zext û bacxwaziya Rojava
Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyayê bal kişand ser vê yekê ku Welatên Rojavayî berûvajiya peymana NY jibo bidstxistina aramancên xwe dest bi bacxwazî û zextê dikin.
Sergeyî Lavrov got: Rûsiya dê hevrê digel welatên hevbîr û hizêrê xwe yên ji seranserê cîhanê dê hewildana xwe jibo têkbirina van bîr û hizrên xeternak berdewam bike. Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyayê destnîşan kir: Rûsiya û hevpeymanên wê dê piştgiriya xwe ji bo xurtkirina prensîpên hiqûqa navnetweyî di karûbarên cîhanî de berdewam bikin.
Rayedarên Koma G-7 pêştir di daxûyaniyekê de ragihandibûn ku jibo zêdekirina zexta li ser aboriya Rûsiyayê, dê boykotên li dijî beşên nift û gazê zêde bikin û hevdem dê şandina pergalên berevaniya hewayî û şiyanên leşkerî jibo Ukraynê zêde bikin. Wan her wiha soz dan ku zexta li ser aboriya cengî ya Rûsiyayê zêde bikin û di vê barê de, boykotên xwe ji wan di beşên nift û gazê de zêde bikin.