Artêşa Sûdanê derbarê komeleyeke siyonîstî hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i358658-artêşa_sûdanê_derbarê_komeleyeke_siyonîstî_hişyarî_da
Serokê Erkantîya Artêşa Sûdanê hişyarî da: ``Sûdan rastî komeleyeke siyonîstî hatiye ku ji bo têkbirina ewlehî û îstiqrara gel hewil dide.``
(last modified 2026-06-28T14:08:41+00:00 )
Hezîran 28, 2026 16:02 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûdanê derbarê komeleyeke siyonîstî hişyarî da

Serokê Erkantîya Artêşa Sûdanê hişyarî da: ``Sûdan rastî komeleyeke siyonîstî hatiye ku ji bo têkbirina ewlehî û îstiqrara gel hewil dide.``

Yasir Evdirrehman El Eta ragihand: ``Em xwedî plan û alavên pêwîst in, bi awayekî ku em piştrast in dê bi ser bikevin. Em ê hemû axa Kurdofan û Darfûrê paqij bikin.``Endamê Konseya Hikumdariyê ya Sûdanê di dewamê da got: ``Em dijminê xwe baş nas dikin. Em bi pençeyên şerrûtiyekê ra şerr dikin ku di çarçoveya endamên nihênî û veşartî yên Siyonîzma Cîhanî da di şeklê Rejîma Sîyonîst da xuya bûne.``Wî tevî amajeya bi ``dewleteke nefretlêkirî`` got ku ew heman kes in ku ``hemû van pîlanan dadirêjin.``Wî qala ``kesên veşartî yên li pişt perdeyê`` kir ku ji bo ``têkbirina ewlehî û îstiqrara gelê Sûdanê`` dixebitin.