Ûrsêt: Ewropa berovajî aqil saxlem, pişta Zêlênskî digire
Wekîlê Dayimî yê Ûrsêtê yê NY ragihand ku piştgirîya Ewropayê ji Serokomarê Ukraynê karekî berovajî aqilê saxlem e.
Vasîlî Nebenzîya Wekîlê Dayimî yê Ûrsêtê li NY ragihand: Ewropa amade ye ku garantîyên emnî bide Kîyêvê, lê heta dema ku rejîma Kîyêvê dijminê Ûrsêtê be u şêrr bidomîne.
Nebenzîya herwiha got: Bi salan e ku Ewropa berovajî rastîyan u maqûlbûnê Volodimîr Zêlênskî lehengekekî saz dike û meylên aştîxwazane berbiçav dike ku wî qet tinebûne.
Gerra sêyem a muzakireyên aştîya Ukraynê bi awayekî sêalî bi beşdarbûna wekîlên Ûrsêt, Ukrayn u Amerîkayê li Jênêva Siwîsê hat lidarxistin. Tevî lidarxistina çend gerrên muzakireyê, şerê di navbera Ûrsêt u Ukraynê didome. Nakokîyên li ser herêman hela jî berbendên herî girîng ser rêya serxistina muzakireyên her du alîyan in.
Ûrsêt u Ukrayn hewil didin bi parastina herêmên di destê xwe da u berfirekirina wan, meydan û masa muzakirê bigirin destê xwe u serdest bin. Berî vîya Metîyo Vîtaker Wekîlê Dayimî yê Amerîkayê yê NATOyê gotibû: Waşîngton çavlirê ye ku çarenûsa nakokîyên têkildarî herêmên hanê di roj û hefteyên bê da were destnîşankirin. Wî gotibû ku beşdarên muzakireyên jibo çareserkirina qeyrana Ukraynê, nika ser 4 belgeyên jibo wajokirinê kar dikin. Planeke aştîyê ya bîstxalî, hin garantîyên emnî yên çendalî, garantîyên emnî yên kivş ên Amerîkayê û herwiha plana geşepêdana aborî piştî aştîyê.