Berdewambûna pevçûnan li Sûdanê u êrişa ser bazarekê li Kurdofanê
Çile 13, 2026 17:47 Asia/Tehran
Çavkanîyên leşkerî li Sûdanê ragihandin ku pevçûn didomin u Hêzên Berteka Lezgîn êrişî bazareke başûra Kurdofanê kirin.
Artêşa Sûdanê êrişî binkeyên Hêzên Berteka lezgîn ên li bajarokê Yabosê li sînorên Etyopîyê û derdora Cebel Ebû Sinûnê li bakura Kurdofanê kir u pêgirî kir ku ji bo sekinîna himber pêşdaçûna Hêzên Berteka Lezgîn li Kurdofanê tam amade ye.
Şebekeya Pizişkên Sûdanê jî ragihand ku di encama êrişa Hêzên Berteka Lezgîn ser bazara Kirtalayê da li başûra Kurdofanê 5 kes hatin kuştin u 13 kes jî hatin birîndarkirin.