Welatên ewrûpî li hember hevhatina Mêrkosûrê nerazîbûn nîşan dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i357860-welatên_ewrûpî_li_hember_hevhatina_mêrkosûrê_nerazîbûn_nîşan_dan
Cotkar di çend welatên ewrûpî xwenîşandan li dar xistin û bi tiraktorên xwe rê û derbasgehên girîng girêdan.
(last modified 2026-01-09T10:56:38+00:00 )
Çile 09, 2026 14:17 Asia/Tehran
  • Welatên ewrûpî li hember hevhatina Mêrkosûrê nerazîbûn nîşan dan

Cotkar di çend welatên ewrûpî xwenîşandan li dar xistin û bi tiraktorên xwe rê û derbasgehên girîng girêdan.

Ev xwenîşandan di halekî de hat lidarxistin ku Yekîtiya ewrûpayê ji bo biryardayîna li ser hevhatina ticareta azad a bi welatên Mêrkosûr ku ji Birêzîl, Arjantîn, Orogoe, Paragoe û Bûlîwiyê pêk tê, amade dibin.

Cotkarên li Yewnanistan, Bêljîk, Spaniya û Firansayê li bajarên curbicur bi tiraktorên xwe xwenîşandan li dar xistin û rê girêdan.

Li Firansayê jî cotkarên nerazî bi tiraktorên xwe derbasî Parîsê bûn û li nêzîkî Birca Îfêlê xwenîşandan li dar xistin.