Çile 05, 2026 16:06 Asia/Tehran
  • Serokomarê revandî yê Venezoelayê bo dadgeheke New Yorkê hat veguhestin

Dewleta Amerîkayê di dewama kiryarên neqanûnî da u piştî revandina Serokomarê Venezoelayê, ew veguhest dadgeheke New Yorkê.

Civîna mehkemekirina Serokomarê revandî yê Venezoelayê yê îro li dadgeheke New Yorkê were lidarxistin. Dewleta Amerîkayê bi heceta pûç a desthebûna Serokomarê qanûnî yê Venezoelayê di qaçaxa maddeyên hişber da, ew di encama êrişeke neqanûnî ser Karakasê da revand u veguhest şarê New Yorkê.

Hevgavê vê yekê, nerazîbûnên cîhanî himber vê kiryara Amerîkayê didomin u xwenîşanderan li ber balyozxana Amerîkayê ya li Berlîna Almanê bi nîşana nerazîbûna himber revandina Madoro, agir berdan ala Amerîkayê.

Dewleta Kûbayê jî bi awayekî fermî piştrast kir ku 32 hêzên leşkerî û emnî û istixbaratî yên vî welatî ku erkdarê parastina canê Nîkolas Madoro bûne, di encama êrişa Amerîkayê ya di roja şemîyê da û di encama pevçûna rasterast himber êrişkeran da hatine kuştinê.  

Serepeyv