Wezîrê Berevanîyê yê Venezoelayê: Em bi awayekî xurt berevanîya sînorên xwe dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i357737-wezîrê_berevanîyê_yê_venezoelayê_em_bi_awayekî_xurt_berevanîya_sînorên_xwe_dikin
Wezîrê Berevanîyê yê Venezoelayê basa plankarîya ji bo kontrolkirin u sekinîna himber qaçaxa maddeyên hişber a ji rêya gemîyan li Deryaya Karayîbê kir.
(last modified 2025-12-31T12:06:14+00:00 )
Kanûn 31, 2025 14:31 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevanîyê yê Venezoelayê: Em bi awayekî xurt berevanîya sînorên xwe dikin

Wezîrê Berevanîyê yê Venezoelayê basa plankarîya ji bo kontrolkirin u sekinîna himber qaçaxa maddeyên hişber a ji rêya gemîyan li Deryaya Karayîbê kir.

General Padrîno Lopez pêgirî kir ku hêzên çekdar ên Venezoelayê ji bo dabînkirina ewlehîya sînoran amade ne u got: Hêzên çekdar ên me tam amade ne ku bi awayekî xurt serwerî u yekperçetîya axa welatê xwe biparêzin  ujê berevanîyê bikin. 

Dewleta Amerîkayê di mehên vê dawîyê da bi heceta têkoşîna dijî maddeyên hişber, Venezoela dorpêç kirîye û pêşîya ticareta vî welatî u cîhanê digire. Karakasê ragihandîye ku armanca Waşîngtonê ji hewla bo tirsandina hikûmeta Nîkolas Madoro, pêkanîna hikûmeteke kirêgirtî û serdestbûna li çavkanîyên niftê yên vê herêmê ye.