Kanûn 29, 2025 18:11 Asia/Tehran
  • Awarebûna 10 hezar kesên din li Sûdanê di 3 rojan de

NY ragihand ku di dewama şerê li Sûdanê de di 3 rojan de zêdetirî 10 hezar kes li eyaletên Darfûra bakurî û Başûrê Kordofanê de aware bûne.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ya  NY derbarê revîna zêdetirî 7 hezar kesan ji bajarokên  Êm Boro û Karnoi li Bakurê Darfûrê agahî da ku çend rojan berî niha ji hêla hêêzn berteka lezgîn ve hatine dagirkirin. Vê rêxistinê her wiha ragehand ku zêdetirî 3 hezar kes li kurdofana başûrî ji bajarê Kadogliyê revîne. Ev bajêr niha di dorpêça hêzên Berteka Lezgîn de ye û rûniştiyên wê êşa xelayê dikşînin.

Vê rêxistinê her wiha texmîn kir ku ji ber rewşa ewlehiyê 510 kes ji gundê Sencûqî yê li bajarokê Um Dam Hac Ehmed li eyaleta Kordofana Bakur aware bûne.

Serepeyv