Li Sûdanê êrişî avahîya NY hat kirin
Kanûn 14, 2025 18:11 Asia/Tehran
Di encama êrişa bi xwofirrê ser avahîyên NY da li Sûdanê, 6 hêzên parzêvanên aştîyê hatin kuştin.
Ev êrişa ji hêla Hêzên Piştgirîya Lezgîn ser avahiya NY û Tabûra Bengiladêşê li şarê Kadqulî li eylaeta Kordofana Başûr pêk hatîye u di encamê de 7 kes jî hatine birîndarkirin. Antonîyo Gotereş Sekreterê Giştî yê NY jî bi tundî ev êrişa şermezar kir û xwest ku êrişker u sebebkar demlidest bên cezakirin. Artêşa Sûdanê berî vîya pêgirî ser vîna xwe ji bo domandina operasyona leşkerî dijî Hêzên Piştevanîya Lezgîn kiribû.