Sûdan- Desteserkirina zêde ji 19 hezar kesî ji hêla Hêzên Piştgirîya Lezgîn va
Kanûn 10, 2025 18:49 Asia/Tehran
Dezgeha Pizişkên Sûdanê ragihand ku pêkhateya bi navê Hêzên Piştgirîya Lezgîn di bin fermandetîya Hemîdîtî da, zêde ji 19 hezar kes girtine u xistine zîndanên Deqrîs u Koberê da.
ji wê hejmarê, 73 kes pizişk u yên din jî sivîl in. Dezgeha Pizişkên Sûdanê herwiha ragihand ku ji ber nebûna dermîn u lêşarbûna tenduristîyê girtî bi Kolêrayê dikevin u can didin. Ji ber qerebalixîyê, rewşa tenduristî û paqijîyê ya nalebar, rewşa girtîgehan gellekî xirab e û nexweşîyên pêgir û kêmgirtinê jî belav bûne.