Êrişa bi xwefiran ser baxçeyeke zarokan li Kurdûfana Sûdanê
Kanûn 07, 2025 17:59 Asia/Tehran
Hêzên Berteka Lezgîn êrişî ser baxçeyeke zarokan li bajarê Kalociyê li eyaleta Kurdûfan a başûr kirin.
Di encama êrişa bi xwefiran de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 33 ji wan zarok bûn. Rêxistina Hiqûqê ya Parêzerên Awarte ku şîdeta li dijî sivîlan li Sûdanê dişopîne, di daxuyaniyekê de tevî şermezarkirina vê êrişê, koma çekdar a Hêzên Berteka Lezgîn, berpirsyarêa van êrişan zanî û ew wekî binpêkirina eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî bi nav kir. Ev êriş di çarçoveya rêze pevçûnên berdewam navbera Hêzên Berteka Lezgîn û artêşa Sûdanê de ye ku ji du salan berî niha ve destpê bûye û niha li eyaleta niftzêm a Kurdofanê berdewam dike.