Desteserkirina Berpirsa berê ya Siyaseta Derve ya YEyê
Kanûn 02, 2025 19:55 Asia/Tehran
Berpirsa berê ya Siyaseta Derve ya YE têkildarî dosiya kumdanînê ji hêla polîsê Belcîkayê ve hat desteserkirin.
Polîsê Belcîkayê di operasyoneke berfireh dijî bikaranîna narewa ya bûdceya YE de, berpirsa berê ya Siyaseta Derve ya YE Federika Mogerînî desteser kir. Desteserkirina Berpirsa berê ya Siyaseta Derve ya YE di encama êrişa polîsan a ser Kolêja Ewropayê û Serwîsa Kiryara Derve ya Ewropayê de wek beşek ji lêpirsîna derbarê kumdanîna têkildarî perwerdekirina dîplomatên ciwan bi bûdceya YE cih hat . Rayedarên Belcîkayê pêştir sê gumanbar têkildarî vê dosiyê desteser kirine.