Dijberîya Çînê himber her destwerdana hêzên bîyanî li Venezoelayê
Mijdar 28, 2025 19:10 Asia/Tehran
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê bi tundî dijî sepandina boykotên yekalî yên Amerîkayê ser Venezoelayê da derket.
Li gorî gotina Mao Nîngê, tenha rêya ku dikare alîkarîyê bide aştî, istiqrar û pêşketinê li Amerîkaya Latîn u herêma Karayîbê, sekinandina zextên yekalî yên Waşîngtonê ye. Mao Nîngê ji Amerîkayê xwest ku desta ji gêresazîyê bikişîne û rêzê li rastîyên li navçeyê bigire. Ev berteka Çînê bi dû wê hat nîşandan ku Amerîkayê rêxistineke idiayî li Venezoelayê wek ``koma terorîst a bîyanî`` da nasandin. Dewleta Venezoelayê jî ev karê Amerîakyê pêkenî û hewlek ji bo tawanbarkirina sîyasî zanî û ragihand ku karteleke bi vî rengî di esadê da tineye.