Mijdar 09, 2025 18:45 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ewropayê êrişên Rejîma Siyonîst ser Lubnanê şermezar kir

Yekîtiya Ewropayê êrişên Rejîma Siyonîst ser başûrê Lubnanê şermezar kir û xwest ku Telavîv pabendî agirbesê be.

Enwer Ewnûnî berdevkê Dayra Peywendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê, di daxûyaniyekê de tevî şermezarkirina gera nû ya êrişên Rejîma Siyonîst ser başûrê Lubnanê ku di encamê de sê kes şehîd bûn û 11 kes birîndar bûn, ragihand: Bruksel ji Telavîvê dixweze ku hemû kiryarên binpêkerê  biryarnameya 1701 ya Konseya Ewlehiyê û peymana agirbesê ya di Mijdara 2024an rawestîne. Emîl Lehûd,Serokkomarê berê yê Lubnanê jî tevî şermezarkirina gera nû ya cinayetên Rejîma  Siyonîst di êrişa ser Lubnanê de got: Artêş û Bereya Berxwedanê ya Libnanê divê  li himber detsdirêjiyên Rejîma Siyonîst li ber xwe bidin, ji ber ku ev berxwedana bingeha wê di bawerî, xweragirî û yekîtiya neteweyî ya Lubnanê de ye.

Serepeyv