Ûrsêt ji bo ceribandina çekên navokî amade dibe
Piştî ku Serokoamrê Amerîkayê fermana destpêkirina ceribandina çekên navokî da Wezareta Berevanîyê ya vî welatî, Serokomarê Ûrsêtê jî şeva buhurî ferman da rayedarên pillebilind ên leşkerî yên vî welatî ku plana ceribandina çekên atomî amade bikin. Wezîrê Berevanîyê yê Ûrsêtê ragihand ku ji ber nûjenkirina çekan li Amerîkayê, Moskow divê demlidest amadekarîyên ceribandina çekên navokî ya tam dest pê bike.
Viladimîr Pûtîn got: Ûrsêt hertim pabendê sozên xwe yên di Peymana Tam a Qedexekirina Ceribandina Çekên navokî bûye, lê heke Amerîka an her hêzekî navokî yê din çekên hanê biceribîne, Ûrsêt jî yê vî karî bike.
Andrêy Bilosov Wezîrê Berevanîyê yê Ûrsêtê jî got:Ji ber nûjenkirina çekan li Amerîkayê, Moskow divê demlidest amadekarîyên ceribandina çekên navokî ya tam dest pê bike.
Bi dû axavtina vê dawîyê ya Donald Trump Serokoamrê Amerîkayê têkildarî destpêkirina ceribandina çekên navokî li Amerîkayê, dilnigeranîyeke berfire li asta cîhanê dest pê bûye û Ûrêst jî yekem welat e ku himber vê yekê bertekê nîşan dide.