Li Sûdanê bi dehan hezar kes hatine kuştin
Mijdar 06, 2025 17:02 Asia/Tehran
Rêxistina Navdewletî ya Efûyê xwest ku sivîl di nav tundbûna êrişên çekdaran da li herêma Kurdufan a Sûdanê werin parastin.
Rêxistina Navdewletî ya Efûyê xwest amajeyî karesatên li Sûdanê ku di encamê da bi dehan hezar kes hatine kuştinê û bi milyonan kes jî aware bûne kir u pêgirî kir: Tişta ku nika li rojavaya Sûdanê diqewime karesateke zef giran e u bi peyvan nayê ravekirin.
Vê rêxistinê hişyarî daye ku li Sûdanê mezintirîn qeyrana merivî diqewime ku cîhan roja îro dibîne. Hêzên Berteka Lezgîn ji bo qirrkirina merivan mal bi mal digerin û hovîtîyê dikin. Li Herêma Kurdufanê divê sivîl bên parastin.