Sendêrs: Divê filistînî bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin
Cotmeh 14, 2025 15:26 Asia/Tehran
Sendêrs ewlewiyeta herî giring piştrastbûna ji gihêştina alîkariyên mirovî bi destê filistîniyan da zanîn.
Bêrnî Sendêrz, Senatorê Demokrat ê Amerîkayê got: Ewlewiyeta herî giring ev e ku em piştrast bibin ku alîkariyên mirovî piştî peymana agirbesê bighêjin destê filistîniyan. Wî bang li NY kir ku di kelekela kêmbûna xwarinê û birçîbûna berfireh li Xezzeyê, alîkariyên xwarin û derman bighîje destê gelê Xezzeyê.
Wî her wiha got ku civaka navneteweyî piştî wêrankirina tam a binesaziyan ji hêla Rejîma Siyonîst ve li Xezzeyê divê alîkariya ji nû ve avakirina Xezzeyê bikin û bang li filistîniyan kir ku rêveberiya vê pêvajoyê bikin û bixwe pêşeroja xwe diyar bikin.