Roja Cîhanî ya Zarokan: Her 40 xulekan zarokek li Xezzeyê jiyana xwe ji dest dide
Bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan me li amarên diltezîn ên şerê li Xezzeyê nihêrî. Amarên ku nîşan didin ev zarok çiqas di bin çi zilm û êşekê de zarokatiya xwe derbas dikin.
Îro, di halekî de roja cîhanî ya zarokan hate pîrozkirin ku her 40 deqîqeyan zarokek li Xezzeyê jiyana xwe ji dest dide. Serokê nexweşxaneya gerok a Xezzeyê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku her 40 deqîqeyan carekê zarokek li vê deverê şehîd dibe.
Çawa ku UNICEFê ragihand di du salên şêrr de zêdetirî 50 hezar zarok hatine kuştin an birîndar bûne. Nivîsgeha Navendî ya Amaran a Filistînê jî ragihandiye ku 39 hezar û 384 zarokan li Xezzeyê yek an herdu yanê dê û bavê xwe ji dest dane. Nêzîkî 17 hezar zarokî herdu yanê dê û bavê xwe ji dest dane yanî tam sêwî bûne. Zarokên ku di bêewlehiya giran a cengê de ji hembêza ewleh a dê û bavê xwe bêpar mane û ev tenê beşek ji cinayetên siyonîstan li zîvala Xezzeyê ye.