Tofanê jiyana bi hezaran kesî li Inglîzê ferlec kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356479-tofanê_jiyana_bi_hezaran_kesî_li_inglîzê_ferlec_kir
Tofana giran li Inglîzê bi bayên xurt û baranên zêde astengiyeke cidî bo tora tranzît û veguhestinê çêkir û karebaya bi dehan hezar welatiyan qut kir.
(last modified 2025-10-04T12:48:31+00:00 )
Çirî 04, 2025 15:35 Asia/Tehran
  • Tofanê jiyana bi hezaran kesî li Inglîzê ferlec kir

Tofana giran li Inglîzê bi bayên xurt û baranên zêde astengiyeke cidî bo tora tranzît û veguhestinê çêkir û karebaya bi dehan hezar welatiyan qut kir.

Tofana giran a bi navê Amî li Inglîzê bi astengkirina tora veguhastinê û qutbûna cereyanê jiyana bi hezaran kesan rastî pirsgirêkan kiriye. Vê tofanê bi lezgîniya zêdetirî 120 kîlometrî di sietê de beşên berfireh ên Inglîz, Skatlend û Wêlzê  girtiye ber xwe û zirarên mezin li milkên giştî û taybet  li Inglîzê  xistiye û gelek dar ji kokê derxistine.Li Londonê, berpirsan  ragihandin ku bayên bihêz ên li vê herêmê xetera ji cih derxistina daran û ketina çiqilan gefê li ewlehiya welatiyan dixwe. Li Îrlendê jî kesek ji ber ketina darekê jiyana xwe ji dest da.