Îlon 24, 2025 18:22 Asia/Tehran
  • Peskov: Ûrsêt ne pilingê ser kaxizê belkî hirç e

Berdevkê Qesra Kremlînê himber gotinên Serokomarê Amerîkayê yên piştî hevdîtina tev hevtûşê wî yê ukraynî ku li rex civîna Civata Giştî ya NY pêk hat, bertek nîşan da.

Trump Serkomarê Amerîkayê gotibû ku Ûrsêt pilingê kaxizî ye, Dîmîtrî Peskov jî bertek nîşan da û got: Na, Ûrsêt ne piling belkî hirçek e û ti hirçekî kaxizî jî tineye. Trump duh lewza axavtina derbara Ukrayên da guhert û li şebekeya civakî ya taybet bi xwe yanî Tirûs Soşyalê nivîsî ku ser vê bawerê ye Kîyêv dikare hemî axa xwe ku Ûrsêtê ji dema êrişa ser Ukraynê va xistîye bni kontrola xwe, bistîne.

Serokomarê Amerîkayê Ûrsêt şiband pilingê ser kaxizê û got: Pûtîn û Ûrsêt ketine tengasî û belayeke mezin a aborî da û nika dema wê ye ku Ukrayn rabe. Trump herwiha got: Amerîka yê dabînkirina çek û rextan ji bo hevpeymanên xwe bidomîne ta ku NATO ya dixwaze bi wan bike. 

Serepeyv