Boykotên bêmînak ên Yekîtîya Ewropayê dijî Rejîma Siyonîst
Îlon 17, 2025 18:01 Asia/Tehran
Yekîtîya Ewropayê bi kiryareke bêhempe, ji ber berdewamkirina şer li zîvala Xezzeyê, bi fermî hin boykot ser Rejîma Sîyonîst da sepandin.
Ev boykot wezîrên tundrew û bajaroknişînên şîdetxwaz digrine ber xwe û hin xalên peymanên bazirganî yên bi rejîmê re radiwestîne ku bibe kiryareke rêgirane jibo rawestandina binpêkirina mafên welatiyên filistînî. Kaya Kalas, Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropayê, ragihand ku ev boykot dê îro bikevin meriyetê û dê berpirsên siyasî yên siyonîstan ên ku bi tundrewiyê têne tawanbarkirin, û her weha bajaroknişînên ku di tundûtûjiya dijî filistînîyan de dest hebûne bigrin ber xwe.