Daxwaza dubare ya Papa jibo pêkanîna agirbesê li Xezzeyê
Îlon 17, 2025 18:06 Asia/Tehran
Papa Leoyê 16an xwest ku li Xezzeyê agirbes were pêkanîn û rêçareyeek dîplomatîk ji bo qeyrana vê herêmê were peydakirin.
Papa Leo gotiye ku ez hevgirtina xwe ya kûr bi gelê Filistînê li Xezzeyê re ku tim di nav tirsê û di şert û mercên xirab de dijîn û bi darê zorê ji axa xwe têne koçberkirin, didim diyarkirin. Gotinên Papa Leo di halekî de ne ku Rejîma Siyonîst, êrişên xwe ser Xezzeyê û kuştina sivîlan li Filistînê berdewam dike û operasyoneke berfireh ji bo dagirkirina bajarê Xezzeyê dest pê kiriye û di rojên derbasbûyî de ew gurrtir kiriye.